H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/

Li ser pêşnîyara encûmena navnetewî ya monûmênt û nîşan, UNESCO  ji sala 1983 a 18 ê nîsanê wek roja cîhanî ya bîrdarî û nîşaneyan pîroz dike. Armanc ew e ku hişmendîya mirovahîyê ya li ser mîrateyên dîrokî û çandî zêde bike, ji bo parastin û popûlerkirina peykeran hewlên pêwîst bide.

 “Li çaralîyê cîhanê bi organîzekirina çalakîyên cure-cûre girîngîya abîdeyan tê nirxandin.Ligel van hemûyan, li Arsaxa dagirkirî, rêjîma dewletê ya Adirbêcanê nirxên şaristanî yên ku beşek ji mîrateya çandî ya cîhanê ne, li ber çavê hemû cîhanê tune dike. Tevahîya mîrateya çandî ya li Arsaxê di bin gefa wêrankirin û desteserkirinê de ye.

Di vê roja cîhanî de, em careke din hişyar dikin ku rojane şaristanîya cîhanê li Arsaxê têk diçe. Ger gavên zelal neyên avêtin dê gerstêrk ji nirxên çandî yên awarte bêpar bimîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button