H’emû nûçeSereke

Parîzê birîyar kirîye ku Ermenîstanê li ber agrêsîya Adirbêcanê tenê nehêle, lê bona çi Amêrîka nikare wê yekê bike: parlamêntvana Fransîyayê

Parlamêntvana Fransîyayê Astrîd Panosyan-Bûvênê elam kirîye,wekî Fransîyayê birîyar kirîye ku Ermenîstanê li ber agrêsîya Adirbêcanê tenê nehêle û pirs daye ku gelo Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bona çi nikare wê yekê bike.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî parlamêntvana Fransîyayê li Kongrêsa Amêrîkayê, wextê merasîma pêşkêşî bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî, xeberdankira hîmlî bûye.

Nava axaftina xweda parlamêntvanê derheqa pêwandîyên di navbera Fransîyayê û Ermenîstanêda, derheqa pevgirêdanên leşkerî, êkonomîkî û çandîda xeberdaye.

“Fransîyayê birîyar kirîye ku Ermenîstanê li ber agrêsîya Adirbêcanêye komkuj tenê nehêle. Ez pirsê didime dîplomatên amêrîkîye li Parîzê û hevkarên xweye amêrîkî, ku bona çi dewleta wan nikare wî cûreyî bike”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button