Adirbêcan şedetîyên Ermenîstanêye raberkirî tevlîhev dike: axaftina Yêgîşê Kîrakosyan, ya li mehkema navneteweyî

Nûnerê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan wextê guhdarkirinên girêdayî îşê “Ermenîstan dijî Adirbêcanê” elam kirîye,wekî Adirbêcan şedetîyên Ermenîstanêye raberkirî tevlî hev dike.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Yêgîşê Kîrakosyan derheqa wê yekêda wextê axaftina xweye dawî gotîye û derheqa raberkirinên alîyê azêrîyada xeberdaye.
Ewî gotîye,wekî stratêjîya Adirbêcanê hatîye teribandinê û tabîya wê alî mîyaserkirina heqîtîyê nake.
“Zordarîyên Adirbêcanêye rasîstî, girtin û zordarîyên êtnîkîye dijî ermenîya dikarin nava çarçoveya komîsîya pêşîgirtina rasîzmê cîh bibin.Ev yek dijî sozdayînên welatên beşdarên komîsîyayêne”,- Kîrakosyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî li ber mehkema navneteweyî hemû tiştên pêwîst hene bona ku hêsanî raberkirinên Adirbêcanê înkarkin.







