H’emû nûçeSereke

Heger Adirbêcan qezîya nîbû, bona çi ermenîyên Qerebaxê malên kal û bavên xwe hiştin û derketin?: Şon Mirfî li mehkema navneteweyî

Nûnerê dêlêgasîya ermenîya, ya li mehkema navneteweyî Şon Mirfî, wextê guhdarkirinên bi îşê “Ermenîstan dijî Adirbêcanê” elam kirîye, ku heger bona binelîyên Qerebagêye ermenî Adirbêcan qezîya nîbû, bo çi ji sed hezarî zêdetir meriv îlona sala derbazbûyî malên kal û bavên xwe hiştin û derketin?

Li  gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ewî nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî nava çarçoveya îşê mehkemêda, bi lêkolînkirina şedetîyên heyî, wekîlên azêrîya nikarin şedetîyên ku rasîzma dijî welatîyên ermenî îzbat dikin, bibînin.

Bi axaftina derheqa propaganda dijî ermenîya û elametîyên Îlham Elîyêvê serok, yên derheqa cimeta ermenîda, Mirfî gotîye: “Ezê hemû elametîyên Elîyêvê serok gotûbêj nekim, yên ku ewî kirine û kîjan eşkere şedetîyên mene. Feqet, bi fikira me, ew elametî dijminatîya rasîstî didine kifşê û ew dikarin usa jî bêne xwendinê. Mesele, Adirbêcanê digot,wekî elametîya Elîyêv, bi kîjanê dihate gotinê ku ermenîyên temamîya dinîyayê dijminên wanin, dijminatîya rasîstî nîne. Adirbêcan dibêje, wekî ev gotin derheqa wan merivadane, yên ku Adirbêcanê rexne dikin, yan jî Adirbêcanê hiz nakin. Gotina ermenîyên temamîya dinîyayê derheqa welatekî konkrêt, yan jî serokatîke konkrêtda nîne.Ev gotin derheqa  temamîya komeke êtnîkîye”.

Ewî serda zêde kirîye,wekî hukumata Adirbêcanê dijî ermenîya propaganda hiznekirinê belav dike. “Heger Adirbêcan bona ermenîyên Qerebaxê qezîya nîbû, bona çi ji sed hezarî zêdetir ermenî, nava wanda 30 000 zarok, nava çend rojada ji welatê kal û bava revîn?”,- Mirfî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button