H’emû nûçeSereke
Qedirê yekîtî û serbixwetîya Ermenîstanê gerekê bê girtinê: baylozê Îranê
Pêwîste ku qedirê yekîtî û serbixwetîya welata bigrin, nava wanda usa jî ya Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye.
“Îran dijî guhartinên gêopolîtîkîye û usa jî dijî guhartina sînorên navneteweyîye.Pirsgirêkên herêmî gerekê welatên herêmê helkin.Em dijî wê yekêne, ku hêzên ji der beşdarî wê proseyê bibin.
Têhran vekirina rêyên transportê û sînora silav dike, lê ew yek gerekê nava çarçoveya serbixwetîyê û yekîtîya axêda bê kirinê”,- bayloz gotîye.