H’emû nûçeSereke

Sînorxweykirên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê bi xwe sînor kontrolkin: Paşînya derheqa pêşeroja baregehên Rûsîyayêda

Roja îroyîn Ermenîstan îdî bi femdarîya xweye serbixwetîyê, bi dereca navneteweyî cûrekî mayîn tê qebûlkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî derheqa protokola di navbera Ermenîstanê  û Adirbêcanêda îmzekirî xeberdaye.

“Heger we texmîn kirîye, duh “Hevt welatên mezin” elametî belav kirine, kîjanêda ew prînsîp diparastin, ya ku me hetanî niha cêribandîye mîyaserkin”,- ewî gotîye.

Bi axaftina derheqa wê yekêda, wekî li Tavûşê baregeha rûsa heye, serokwezîr gotîye: “Ew baregeh bi menîkê hatîye çêkirinê.Ew çi ku niha diqewime, guhartina hale û ew yek gerekê tehsîra xwe li ser hemû alîya bihêle.Ew yek dide kifşê wekî xeta meye pêşin tune, sînor heye. Sînor nîşana aşîtîyêye û ewê bide kifşê,wekî sînorxweykirên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê bi hevra hevkarbin û wê bikaribin  bi xwe parastina sînor mîyaserkin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button