H’emû nûçeSereke
Ermenîstan nikare xwe usa bide kifşê ku tu tiştî nabîne: serokwezîr derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda
Ermenîstanê tu tişt hindava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nekirîye, lê organîzeyê kirîye.Hema ewê bi xwe, bi elametîya, kirinên xwe û bi bêkarîya xwe kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di derbarê wê yekêda gotîye çapemenîya brîtanî.
“Gelek cara dibêjin,wekî Ermenîstanê derheqa organîzeyêda wa got, yan jî cûrekî mayîn got. Ermenîstanê tu tişt hindava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nekirîye, lê organîzeyê kirîye”,- serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî nava qewilên wî cûreyîda Ermenîstan nikare xwe usa bide kifşê ku tu tiştî nabîne.