H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê çapemenîyê yê Pûtîn dîyar kir, ku çima hêzên aştîyê yên rûsî ji Qerebaxê derketin

Hêzên aştîyê yên rûs ji Qerebaxê derketin, ji ber ku li herêmê îdî tu erk ji wan re nemaye. Li gorî nûçeya TASS ê, sêkrêtarê çapemenîyê yê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov ev yek ji kanala yekem re ragîhand.

Li gorî wî, piştî ku Ermenîstanê sînorên Adirbêcanê nas kir, rewş mûmkin bû.

Nûnerê Krêmlê dîyar kir: “Ew (vekişandina hêzên aştîyê) li gorî rastîyên heyî yên ku li herêmê pêk hatine piştî ku Ermenîstanê  sala 1991 de sînorên Adirbêcanê nas kir”,-nûnerê Krêmlê eşkere kir.

“Rastîyên gêopolîtîk yên li wir hatine guhertin, û îdî tu fûnksîyoneke wan nemaye” ,-ewî gotîye.

Pêskov daxuyanîya îmzekirî bi rastîyên heyî re berovajî dike, ev jî delîleke din e ku peymanên bi Rûsyayê re bê qîmet in, ji ber ku her gav dikare li gorî rastîyên heyî sererastkirin bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button