H’emû nûçeSereke

Wextê  civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv beşdarbûn yan beşdarnebûna Ermenîstanê biryara welatê serbixweye: Îmangalî Tasmagambêtov

Bi fikira sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, Îmangalî Tasmagambêtov, civîna organîzeyêye sala 2024 a da beşdarbûn yan jî beşdarnebûna serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan birîyara welatê serbixweye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotîye.

“Civîna organîzeyêye sala 2024 a da beşdarbûn yan jî beşdarnebûna serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan birîyara welatê serbixweye.Xêncî wê yekê, hetanî destpêka civînê, nava van mehada, gelek tişt dikarin bêne guhartinê, emê bona başîyê hêvîdarbin”,- sêkrêtarê sereke gotîye.

 Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hê pêşda gotibû,wekî Ermenstanê beşdarbûna xweye nava xebatên organîzeyêda daye qerimandinê. Mijdara sala 2023 a, wextê civîna organîzeyê, Paşînyan beşdar nebû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button