H’emû nûçeSereke

Baydên qurbanîyên qirkirina Ermenîyan bibîr tîne, berxwedana gelê ermenî rêz digire

Baydên qurbanîyên qirkirina Ermenîyan bibîr tîne, hurmetê dide berxwedana gelê ermenî. Serokê Amêrîkayê Co  Baydên di axaftina xwe ya bi boneya roja bîranîna ermenîyan de got, îro em ji bo bîranîna emirên di Qirkirina Mezin, qirkirina Ermenîyan de hatine windakirin rawestin û soza xwe ya ku em ê tu carî ji bîr nekin nû dikin.

 “Kompanya zulmê  24 ê nîsana sala 1915 a de dest pê kir, dema ku desthilatdarên Osmanî li Konstantînopolsê rewşenbîr û serokên civata ermenî girtin. Di roj, meh û salên paşê de mîlyonek û nîv ermenî ji cîh û warên xwe bûn, hatin qetilkirin, malbat  her hatin şikandin û nifş her dem hatin guhertin”,- Baydên gotîye.

 “Dema ku em şîna vê trajêdîyê digirin, em hurmetê ji berxwedana gelê ermenî re jî digirin. Piştî ku yek ji beşên herî tarî di dîroka mirovatîyê de derbaz bûn, yên rizgarbûyî dest bi avakirina pêşerojeke çêtir ji bo cîhana me kirin. Bi wêrekî û fedakarî jîyana xwe ji nû ve ava kirin. Wana çanda xwe parastîye. Wana tevna neteweyên li çar alîyê cîhanê, yên me jî di nav de, xurt kirin. Û wan çîrokên xwe vegot da ku pê ewle bibin ku hovîtîyên girseyî yên ku di vê rojê de 109 sal berê dest pê kirin, dê careke din neqewimin”,- serok bi berdewamî gotîye.

“Ev sonda me ya bi heybet dimîne. Îro û her roj Amêrîka dê parastina mafên mirovan bike û li dijî bêtehamulîyê raweste. Em ê bi hêvî û şifayê bi kîn û têrorê re rû bi rû bimînin. Û em ê berdewam bin li kêleka hemû kesên ku li paşerojeke ku her kes bikaribe bi rûmet, ewlekarî û rêz bijî, rawestin”,- Co Baydên  elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button