Êrdogan dîsa bi axaftina înkarkirina bûyarên dîrokîye sala 1915 a pêşda hatîye
Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan 24 ê nîsanê, roja salvegera komkujîya Ermenî berbirî patryarxîya Ermenîye Polsê û dîyaspora ermenî bûye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Êrdogan careke mayîn barbarîya mîyaserkirî qîmet nekirîye û gotîye ku giva “Ermenîyên welatîyên împêratorîya Osmanî, wextê şerê hemcîhanêyî ewlin, rûyê qewilên giranda hatine kuştinê”.
“Wêrankirinên hêna şerê Hemcîhanêyî ewlin nava bîranîna meda nîşanên xwe hiştine. Berdewama atmosifêra aşîtîyê û rihetîyêye ji kal û bavên me hatî, tenê bi cedandinên tevayî dikare hebe”,-serokê Tirkîyayê gotîye.
Berovajî hindava rasîzm û hiznekirina ji alîyê doranên nasîstda, yên ku dijî ermenîya berdewam dibin, Êrdogan daye bawarkirinê ku “ewê îzinê nedin ku tu welatîkî Tirkîyayêyî ermenî xwe çawa merivekî xerîb, yan jî çawa merivê cûrê duem texmînke”.
Serokê dewleta ku destpêka sedsala 20 î dijî welatîyên xwe komkujî mîyaser kirîye û naxweze wê yekê qebûlke, nava axaftina xweda gotîye “ku rîya parastina ji zordarîyê û şêr bona nisiletên pêşerojê ewe, ku wê tevayî çê bikin, bin ronahîya wan dersada, kîjana emê ji êşa xweye tomerî hildin”.