H’emû nûçeSereke

Partîyayên kurdên Tirkîyayê û organîzeyên wan bangî Enqerê kirine ku înkarkirina komkujîya Ermenî bidine sekinandinê

Girêdayî 109 salîya komkujîya Ermenîra, partîya û organîzeyên kurdên li Tirkîyayê careke mayîn bang kirine ku barbarîyên pêşda mîyaserkirî naskin û pêşerojêda hindava hemû welatîya wekehevtîyê bidine kifşê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Medyanews ê  elam kirîye û elametîya tevayî raber kirîye, kîjanêda organîzeyê û partîyayê bangî Tirkîyayê kirine ku tevî dîroka xwe rû bi rû  bisekinin.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî dewleta tirk hetanî roja îroyîn barbarî û komkujîya Ermenî nas nekirîye û dîsa wan meriva ceza dike, yên ku bona kara naskirinê û lihevhatinê pêşda tên.

“Pêwîste ku tevî paşerojê bi rû bi rû bisekinin”,- partîya herêmên Dêmokratîk elam kirîye û serda zêde kirîye wekî ew êşa cimeta ermenî pareve dikin û bi qedirgirtin cangorîya bîr tînin.

Nava elametîyêda bang hatîye kirinê ku dêrên ermenî, mexberên wan, xebitandina avayên dînî û werguhastinên li ser bingeha wekehevtîya welatîya xweyîkin.

“Tiştekî gelekî girînge, ku ji înkarkirinê paşda bisekinin û her ermenîkî çawa şedetîya dîrokê naskin”,-hatîye gotinê û xeberên rewşanbîrê ermenî Hrant Dînk bîr anîne.

Xêncî wê yekê, yekîtîya advokatên Dîyarbekirê elametî belav kirîye û daye dîyarkirinê: “Her sal, 24 ê nîsanê, dewlet û admînîstrasîya me bona rastîyê dikevine nava şerkarîyê ku çi cûreyî bûyarên pêşda qewimî şirove bikin”,- yekîtîya advokata daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye,wekî bona xeberdana eşkere ew rastî pirsgirêkên hiqûqî tên.

Partîya Wekehevtîya Cimeta û Dêmokrasîyê /DEM/ jî piştgirîya xweye hindava ermenîya elam kirîye: “Em derdê komkujîya Ermenî pareve dikin, yê ku 24 ê nîsana sala 1915 a bi sirgûnkirina rewşanbîra destpê bûye û paşê sirgûnkirin û qetilkirinên bi massayî qewimîne”,- nava elametîya partîyayêda hatîye gotinê û hatîye dîyarkirinê,wekî xirabkarîyên berê gerekê bêne naskirinê bona ku berbi aşîtîyê û civaka yekbûyî rê bê vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button