Serok Mesûd Barzanî li ser bombebarankirina Qeladizê gotîye: “Rûpelekî reş yê dirindeyî û bêserûberîya rêjîma berê ya Îraqê ya li beramberî gelê Kurdistanê ye”.
Rêjîma BAAS ê 24 ê nîsana sala 1974 a Qeladiz bombebaran kir.
Di vê êrişê de 134 kes şehîd ketin û 150 kes jî birîndar bûn.
Her wiha 200 xanî jî ji binî rûxiyan.
Gelek ji kesên ku şehîd ketin yan birîndar bûn mamoste û xwendikarên zanîngeha Silêmanîyê bûn.
Mamoste û xwendikarên zanîngeha Silêmanîyê wê dema ji ber êrîşên BAAS ê çûbûn Qeladizê.
“Rûpelekî reş yê dirindeyî û bêserûberîya rêjîma berê ya Îraqe ye”.
Serok Barzanî di salvegera 50 î ya vê êrîşa BAAS ê de peyamek belav kir û got:
“Bombebarankirina Qeladizê û zanîngeha Silêmanîyê rûpelekî reş yê dirindeyî û bêserûberîya rêjîma berê ya Îraqê ya li beramberî gelê Kurdistanê ye.
Di salvegera 50 î ya bombebarana zalimane ya Qeladizê û zanîngeha Silêmanîyê de silav ji bo gîyanê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê”.