H’emû nûçeSereke
Hindistanê bersiva rexnekirinên ji Adirbêcanê daye, yên derheqa firotana sîlihaye bona Ermenîstanê
Çawa tevî Yêrêvanê, usa jî tevî Bekûyê Hindistan nava pêwandîyên başdane, lê Nyû Dêlî usa jî derheqa deranîna mecalên xweye parastinê difikire.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Hindistanêye karên der Randhîr Cêysval gotîye rojnamevana.
“Pêwandîyên meye baş çawa tevî Adirbêcanê, usa jî tevî Ermenîstanê hene, lê em usa jî sîyaseta piştgirtina deranîna mecalên xweye parastinê mîyaser dikin”,- ewî gotîye û bersiva wê pirsê daye, ya derheqa rexnekirinên ji Adirbêcanê, yên derbarê dayîna sîlihaye bo Ermenîstanê.
Hê pêşda, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kiribû,wekî welatê wî nikare destên xwe tewarkirî hîvîyê bisekine, hetanî ku Fransîya, Hindistan û Yûnanistan Ermenîstanê bidine sîlihkirinê.