H’emû nûçeSereke

Kêmbûna zextên navneteweyî rê dide Êlîyêv ku li ser îstîqirara herêmê metirsîyê çêbike:Yekîtîya  ermenî

 “Gavên cidî” yên ku serokê Adirbêcanê îşaret pê dike, ji xeynî tehdîdeke raste-rast li ser yekparçeya erdî û serwêrîya Ermenîstanê ne. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, yekîtîya ermenîyên Gardman-Şîrvan-Naxîcêwanê li ser vê yekê daxuyanîyek da û amaje bi daxuyanîya çend roj berê ya Îlham Elîyêv kir.

Îlham Alîyêv   23 ê nîsanê de di axaftina xwe ya di çarçoveya konfêransa “COP29 û vîzyona kesk ya Adirbêcanê” de li akadêmîya dîplomasî ya Adirbêcanê, diyar kiribû ku Fransîya, Hindistan û Yûnanistan bi eşkereyî çekan didin Ermenîstanê. Îlham Elîyêv gef xwar ku eger ji Ermenîstanê xetere bê dîtin ew ê gavên cidî bavêjin.

 “Gavên cidî” yên ku serokê Adirbêcanê îşaret pê dike, ji xeynî tehdîdeke raste-rast li ser yekparçeya erdî û serwêrîya Ermenîstanê ne. Tê dîtin ku Îlham Elîyêv, dema ku Ermenîstanê bi çekan “tehdîd” tawanbar dike, ji bîr dike ku di van sê salên dawî de, byûçeya ku ji bo parastin û ewlekarîya dewleta Adirbecanê hatî veqetandin bi tenê du qat zêde bûye, û hêjmara kirîna çekan her diçe zêde dibe, bêrawestan. Lê belê, ne tenê di pêşbirka çekan de ye ku Adirbêcan sernavê şampîyonîyê dişopîne, belkî bi daxuyanîyên şerxwaz  hewl dide atmosferek guncaw ji bo cî bi cîkirina planên xwe yên berfirehxwaz yên êrîşkar çêbike. Adirbêcan wan welatan tawanbar dike ku bi berdewamî nerazîbûna xwe li hember tawanên Adirbêcanê dîyar dikin, û gelo ew welatên ku çek dane Adirbêcanê ji bo pêkanîna paqijiya etnîkî û koçberkirina bi destê zorê ya xelkê sîvîl yên Ermenistanê ne cîhê şermezarkirinê ne?

Ermenîstanê çend car ragehandîye ku pêwîst û jîyanî ye zêdekirina şîyana berevanîyê ya Ermenistanê, û gelo ev pêwîstî ne encama metirsîyên Adirbêcanê û metirsîyên berdewam yên zêdebûne ye? Îlham Elîyêv careke din serî li rêbazên manîpûlatîv yên taybetmendîya xwe û rêjîma wî dide, ji bo cî bi cîkirina wan armancan bi bihaneya zext û gefên li dijî Ermenîstanê, ku ji hêla cewher û naveroka xwe ve bi tevahî wek tawanên li dijî mirovahîyê û serwêrîya navneteweyî têne binavkirin. Di vê navberê de, paqijkirina etnîkî ya ermenîyên Qerebaxa Çîya, bidestxistina mafê vegera bilez, garantîkirî û ewle ya zêdetirî 150 hezar penaberan û zexta navneteweyî ya di vî warî de, divîyabû ku Adirbêcanê bikira. Ev valahîya herî mezin e ku destûrê dide Îlham Elîyêv, wekî sûcdarê şer, xeterîyê li ser aramîya herêmê çêbike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button