H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê bangî Bekûyê kirîye ku girtîyên sîyasî lez aza berdin

Parlamênta Avropayê derbarê pirsgirêkên mafên mêrivda, yên li Adirbêcanê, Gambîyayê û Honkongê sê rêzolyûsîya qebûl kirine. 474 parlamêntvanên avropî dengê xwe dane rêzolyûsîya derheqa Adirbêcanêda.

Parlamênta Avropayê bangî Bekûyê kirîye ku girtîyên sîyasî lez aza berdin.Hatîye dîyarkirinê,wekî li Adirbêcanê berdewama teribandina mafên mêriv ne gorî wê yekêye, ku civîna konvênsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya derheqa guhartina klîmayêda li Adirbêcanê pêk bînin.

Komîsîya Avropayê bang kirîye, ku hevkarîya ênêrgêtîkî, ya tevî Adirbêcanê bidine sekinandinê û her hevkarîke pêşerojêda pirsa girtîyên sîyasî û mafê mêrivva bidine girêdanê.Rêzolyûsîya bang dike ku dijî wan nevsên Adirbêcanêye fermî sanksîya bidine xebatê, kîjana mafên mêriv teribandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button