Sereke

Yêrêvan pêşnîyara Qazaxistanê ya ji bo lidarxistina civîna wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der dinirxîne

Wezîreta Ermenîstanêye karên der  li ser pêşnîyara alîyê Qazaxstanê dema ku lihevkirinek çê bibe, derbarê roja civîna muhtemel ya wezîrên  Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der de agahdar bike.

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye  karên der Anî Badalyanê li ser pirsa “Armênpress”ê wiha got.

“Wek ku me berê dabû kifşê, Ermenîstan wan hewldanên navbeynkarîyê yan platformên mûzakereyê yên ku bi rastî ji bo bidestxistina aştîya mayînde li Kafkasîya Başûr têne armanc kirin, piştgirî dide prînsîpên bingehîn û belgeyên ku bi hev re hatine lihevkirin, di nav wan de ya sala 1991 ê li ser bingeha daxuyanîya Alma Atayê, pêvajoya naskirin û destnîşankirina yekparçeya axa hev ji alîyê Ermenîstanê û Adirbêcanê ve. Li ser pêşnîyara alîyê Qazaxistanê, dema ku lihevkirinek çêbibe, em ê  hevdîtina muhtemel ya wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der agahdar bikin”.

Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragîhandibû, ku Bakûyê ji bo lidarxistina civîna wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê ji Qazaxistanê pêşnîyarek wergirtîye û razîbûna xwe daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button