H’emû nûçeSereke

Baylozê Ermenîstanê: hemû serokên Qerebaxêye berê ji baregeha aşîtîparêzên rûs hatine cîguhastîkirinê

Rûbên Vardanyan revandine, hemû serokên Qerebaxêye berê bin parastina aşîtîparêzên Rûsîyayêda bûne: ew bi qayîlîya aşîtîparêzên rûs cîguhastî Adirbêcanê kirine. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî The Moscow Times ê, baylozê Ermenîstanêyî li Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayan gotîye.

“Vardanyan cêribandîye here Ermenîstanê.Ji Adirbêcanê zanibûne, ku ewê bi kîjan avtomaşînê here Ermenîstanê, ya ku dane sekinandinê û Vardanyan bi neqanûnî  ji korîdora Laçînê revandine, lê şuxulkarîya korîdorê jî alîyê rûsa borcdar bû bida çareserkirinê.

Lê serokên berê Bako Sahakyan, Arkadî Gûkasyan ji baregeha aşîtîparêza cîguhastî Adirbêcanê kirine.

Vardanyan welatîyê Ermenîstanêye û ez bi xwe jî nava wê pêvajoyêdame ku dîlên ermenî aza bêne berdanê”,- Tîgran Balayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button