H’emû nûçeSereke

Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê

Wezîreta Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyî “Raporên welatên 2023 li ser pratîkên mafên mirovan: Adirbêcanê” di rapora xwe ya salane de bal kişand ser rastîyên wekî êrîşa  19-20 ê îlona  sala 2023 a, kuştinên kêyfî û îşkenceyên hêzên ewlekarîyê yên li ser  Arsaxê.

 “Di navbera 19-20 ê îlonê  Adirbêcanê bi armanca kontrolkirina tam li ser Qerebaxê opêrasîyoneke leşkerî pêk anî. Ji kanûna sala 2022 a Adirbêcanê korîdora Laçînê ji piranîya seyrûsefera sîvîl û bazirganî re girtîye, û tenê destûr dide gihîştina mirovahî ya dêmkurt, heya 24 ê îlonê, dema ku Adirbêcanê korîdora ji bo seyrûsefera yekalî ya ji Qerebaxa Çîya ji nû ve vekir.

Di navbera 24 ê îlonê û 1 ê cotmehê de  100 hezarî zêdetir niştecî yên Qerebaxa Çîya ku bi giranî hemû ermenî yên herêmê ne, revyan Ermenîstanê”,- li rapora wezîreta karên der ya Dewletên Amêrîkayêye  de hatîye gotin”.

Di raporê de her wiha agahî li ser girtina hejmareke nedîtî ya musulmanên şîya hene.

“Di nava salê de, rayedaran hejmareke nedîtî ji mûxalîfên musulman yên şîya yên ku li derveyî sazîyên destûrkirî yên hukumetê kar dikin bi tawana têkilîyên bi Îranê re, bi hin çavdêrên civaka sîvîl re texmîn kirin ku bi hezaran hatin girtin, bi gelek îdîayên pêbawer yên îtîrafên bi zorê”.

Di raporê de her wiha bal tê kişandin ku mijarên mafên mirovan yên bingehîn di nav xwe de raporên pêbawer yên kuştinên neqanûnî yan kêyfî, îşkence û hovane cezakirinên nemirovî yan biçûkxistinê, şert û mercên giran û carinan xeternak yên girtîgehê, binçavkirinên kêyfî, pirsên cidî yên li ser serxwebûna dadgerîyê hene. Girtîyên sîyasî û girtîyan, zexta navneteweyî ya li ser kesên li derveyî welat, destwerdana kêyfî yan neqanûnî di jîyana taybet de, cezakirina endamên malbatê ji hêla xizmên xwe ve ji ber sûcê gumanbar, binpêkirinên giran yên di dema pevçûyînê de, di nav de bêparkirina bi qestî ji pêdivîyên gelê sîvîl û înkarkirina gîhandina mirovahî ji bo gel, azadîya axaftinê û astengîyên cidî yên mêdyaya girseyî li ser azadîyê, di nav de tundîya li dijî rojnamevanan û sûcên din yên giran.

Tê gotin ku hukumeta Adirbêcanê ji bo cezakirina gelek rayedarên ku tê gotin mafên mirovan binpê kirine, gavên pêbawer neavêtîye.

Di raporta wezîreta derve ya Amêrîka de hat gotin: “Di lêkolînên hukumetê de derbarê binpêkirinên îdîakirî yên hêzên çekdar yan kesên Adirbêcanê di dema opêrasyonên leşkerî yên sala 2020 î û  sala 2022 a de tu pêşketin nehatine ragîhandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button