H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Êntonî Blînkên pirsên derheqa pêvajoya aşîtîyêda, ya Ermenîstanê û Adirbêcanê gotûbêj kirine

Qisa bi têlefonê di navbera serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û sêkrêtarê dewletê, yê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkênda pêk hatîye.

Wextê qisê, rojeva pêwandîyên Ermenîstanê û Amêrîkayê, pirsên derheqa hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê у usa jî yên derheqa pêvajoya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine gotûbêjkirinê.

Paşînyanê serokwezîr bi razîbûn derheqa aktîvbûna pêwandîyên dualîda xeberdaye.Derheqa hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê, serokwezîr mîyaserkirina pevktinên destanî girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî  pevketin nava elametîya çapemenîyêda hatine dîyarkirinê û rojeva hevdîtinê xewile nîbûye.

Paşînyanê serokwezîr usa jî derheqa pêvajoya dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî xemgînîyên gundên qeza Tavûşê femdarîye û wê hemû tişt bê kirinê ku xemgînîyên wane lêgîtîm bêne dîyarkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa hevdîtina  sala 2022 aда yа li Prahayê çûye.

Usa jî projeya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button