H’emû nûçeSereke

Pirsa wî cûreyî niha rojeva meda tune:Tûnyan derheqa kirîna gazêye ji Adirbêcanê

Nava rojeva Ermenîstanêda pirsa kirîna gazêye ji Adirbêcanê tune, gaza rûsî û  îranî hewcetîyên êkonomîka Ermenîstanê didine razîkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Peymanêa sîvîl”, Babkên Tûnyan gotîye rojnamevana.

“Li gorî înformasîyonên cem min, tu pevketin tune.Gotûbêjkirinên wî cûreyî tunebûne. Feqet, heger welatê usa heye, yê ku gaze difroşe û welatekî mayîn hewca wê yekêye û heger dijwarî tunene, wî çaxî hemû tişt tiştê gotûbêjkirinêye. Niha tu pevketin, yan jî qayîlî tuneye”,-Tûnyan gotîye.

Bi gotina parlamêntvan, bona Ermenîstanê yan jî bona welatekî mayîn, firqî tune ku ewê rêsûrsa ênêrgîyayê ji kîderê bistîne: ew gerekê ji wêderê bistîne, li kîderê gaz ya here arzane û bona wê kardare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button