H’emû nûçeSereke
Bayloz: pêvajoyên ku li Zvartnosê diqewimin nayê wê wateyê ku Ermenîstan niha hewcedara baregeheke Rûsyayê nîne
Niha dem hatîye ku rayadarên Ermenîstanê biryar dane ku îdî li balafirgeha Zvartnosê alîkarîya hêzên sînorparêzên rûs, hevkar û dostên me nemaye. Derheqa wê yekêda balyozê Ermenîstanê yê li Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya The Moscow Times ê gotîye.
“Ev nayê wê wateyê ku em niha ne hewceyî cerdevanên sînor û ne jî bingeheke rûsî ne.
Weke ku çend roj berê serokwezîr Paşînyan ragîhand, mijara vekişîna baregeha leşkerî ya Rûsyayê nîne.Tu eleqeya hebûna wî bi peymanên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv re nîne. Ew li ser bingeha peymaneke dualî li Ermenistanê ye”,-bayloz daye kifşê.