H’emû nûçeSereke

Têkilîyên Hindistanê  Bakûyê û  Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide

Têkilîyên Hindistanê bi Bakûyê û  Yêrêvanê re baş in, lê  Nyû Dêylî di heman demê de hinardekirina xwe ya berevanî-pîşesazîyê jî digire dest.

Derheqa wê  yekêda nûnerê fermî yê wezîreta  Hindistanêye karên der Randhîr Caysval li ser rexneyên Adirbêcanê yên li ser şandina çekan ji bo Ermenîstanê ji alîyê Hindistanê ve hat ragihandin.

Hevkariya ermenîya-hinda piştî şerê 44 rojî ya sala 2020 î ket qonaxeke çalak. Hindistanê bi awayekî berçavtir karekî alîgirê Ermenîstanê kir, serdanên fermî zêde bûn, di encamê de hat ragihandin ku Yêrêvan û Dêylî di warê leşkerî de jî li ser rêyên hevkarîyeke konkrêt û demdirêj dixebitin. Piştî peymana serkeftî ya obûsênê Hindistanê, mêdyaya Hindistanê behsa peymana nû kir. Rojnameya Hindistanê The Eurasian Times radigihîne ku Yêrêvanê ya fermî bi şîrketa Zen Technologies ya Hyderabad re ji bo kirîna pergalên dijî dronan girêbestek îmze kirîye ku bihayê wê 41,5 mîlyon dolar e. Yek ji çavkanîyên rojnameyê tekez kir.

“Pergala dijî drone ya Zen Technologies têknolojîyek pejirandî ye ku berê ji hêla hêzên çekdar yên Hindistanê ve tê bikar anîn. Li Ermenîstanê fêhm kirin ku heger artêşa Hindistanê van sîstêman bi kar bîne, divê baş bin”.

Li gorî pisporê leşkerî Van Hambarzûmyan, tiştên ku niha di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de diqewimin pir erênî û hêvîdar in.

“Divê tiştek girîng bê fêmkirin: Fêdêrasîyona Rûsyayê, ku hejmara yek çekan raberî Komara Ermenîstanê dike, niha ji lîsteya welatên ku pîşesazîya leşkerî ji bazara cîhanê derdixin der e.

Pisporê leşkerî di wê bawerîyê de ye ku di vî warî de Hindistan ji çend alîyan ve alternatîfa herî guncaw e, ji ber ku ew yek ji kêm welatan e ku di vî warî de tu pirsgirêk nîne û tevî gazindên Adirbêcanê bi zêdekirina şîyanên leşkerî yên Ermenîstanê re eleqedar e, li ser hevkarîya leşkerî ya Ermenîstan û Hindistanê.

 “Yên ku çekan didin we, dikarin têkilîyên bi Adirbêcanê, Tirkîyayê re xera bikin, bi kurtasî pirsgirêkên pir dijwar hene. Bi dîtina van hemûyan, Hindistan pir alîgirê firotina çekan bo Ermenîstanê ye. Ji bo her du welatan jî pir bi hêvî ye”.

Pisporên ermenî yên ku li Hindistanê lêkolîn dikin, dibînin ku têkilîyên ermenîya-hindî di her astê de ji nû ve têne nirxandin.

Rojnameyên hindî jî li ser ji nû ve nirxandina têkilîyên ermenîya-hindî nivîsîbûn.

Ermenîstan di danûstandinan de ye ku beşdarî bendera Çabehar ya Îranê bibe ji ber ku ew dixwaze derbazî Hindistanê û welatên din yên Asyayê bibe. Wezîreta  Ermenîstanêye karên der  usa difikire. Yêrêvanê pêşnîyara Hindistanê kir ku bibe beşek ji projeya Îranê ya “Kendava Fars-Behra Reş”. Li ser mijarên din yên têkilîyên aborî yên Ermenîstan û Hindistanê, wezîreta karên der bi rêkûpêk dîyar kir ku geştên raste-rast di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de dibe ku ji sala 2024 a ve dest pê bikin.

Ararat Kostanyan, lêkolînerê sazîya ramanê ya “Fonda Yûsanas” ya Hindistanê, dîyar dike ku Ermenistan di planên aborî û sîyasî yên Hindistanê yên ji bo gihîştina Rojava de xwedî roleke girîng e. Li gorî wî, aktîvkirina hevkarîyê ne tesadûfî ye, ji ber ku pirsgirêkên ewlehîyê ji bo Hindistanê jî girîng in.

“Ew Hindistanê jî nîgeran dike, ji ber ku pirsgirêka têrorê heye, metirsîya mezinbûna piştgirîya vekirî ya Pakîstanê ji Tirkîyayê û Adirbêcanê re heye. Ev yek ji pêkhateyên girîng yên sîyaseta der û bandora Hindistanê li vê herêmê ye. Bi taybetî ji ber ku Hindistanê plana xwe ya ketina herêma aborî pêşnîyar kir. Ji ber vê yekê Hindistan Ermenîstanê di vê herêmê de hevalê xwe yê pêbawer dibîne”.

Kostanyan dibîne ku kûrkirina têkilîyên ermenîya-hinda ji alîyê din ve jî girîng e. Hindistan di “nîzama cîhanî ya nû” de ku derdikeve pêş de rolek girîng radigîhîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button