H’emû nûçeSereke

25 mal, 5 wesayit, pere: dozger daxwaza desteserkirina çi ji Robert Kocharyan dike?

Serdozgera Ermenîstanê Anna Vardapetyan, di dozên li ser desteserkirina mal û milkên bi esilê xwe neqanûnî de tiştên ku dozgeriyê ji serokê duyemîn yê Komara Ermenîstanê Robert Koçaryan û 7 kesên pê re têkildar e, raber kir.

Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, Vardapetyanê ev yek di dema raberkirina rapora xebatên serdozgerîya komarê ya Ermenîstanê ya sala 2023 a de li komîtêya kar û barên hiqûqî ya dewletê ya miclîsa neteweyî got.

9 ê cotmeha  sala 2023 a, dozên li ser desteserkirina mal û milkên ku bi eslê xwe neqanûnî ne, ji dadgeha têkoşîna dijî gendelîyê re hatin şandin, bi wan re dozgerîya giştî daxwaza desteserkirina serokkomarê duyemîn yê Komara Ermenîstanê Robêrt Kocharyan û heft kesên girêdayî wê kir. Endamên malbatê: jin, zarok, hevjînên wan ji bo Komara Ermenîstanê 25 mal, bi piranî li navçeya îdarî ya Kêntronê ya Yêrêvanê, 5 navgînên çûyîn-hatinê, beşdarbûna di 16 sazîyên qanûnî yên ermenî û biyanî de ji zêdetirî 4 mîlyon dolarê amêrîkî, mafê daxwaza krêdî bi qasî 10 mîlyard diram, zêdetirî 35 mîlyard diram, ku berhevoka dravê bi eslê xwe neqanûnî ye, dravên ku ji alîyên sêyemîn yên dilsoz û fonên din yên xerckirî re têne veguhêztin”,- dozgera giştî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button