H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîr Grîgoryan serokê banka Hemcîhanî, yê koma welatên ku Ermenîstan jî dikeve nav, Rûgênatî qebûl kirîye

Cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan serokê banka Hemcîhanî, yê koma welatên ku Ermenîstan jî dikeve nav,Yêvgênî Rûgênatî qebûl kirîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî ji ofîsa cîgirê serokwezîr elam kirine ku  Mihêr Grîgoryan destpêkêda hevkarîya banka Hemcîhanî û Ermenîstanê  girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew bona Ermenîstanê ne tenê organîzeya donore, lê hevkara girînge, bi piştgirîya kîjanê li welêt werguhastinên girîng tên mîyaserkirinê.

Wextê hevdîtinê, nevsê banka Hemcîhanî pirsên pêşxistina govekên girîng raber kirîye û bi taybetî derheqa werguhastinên nava govekên perwerdê, saxlemîxweykirinê û sûka kapîtalê daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button