H’emû nûçeSereke

Hindistanê ragîhand ku di nava 10 salan de hinarderkirina xwe ya çekên parastinê 35 qat zêde kirîye

Hindistanê piştî ku hukumeta serokwezîr Narêndra Modî di sala 2014 a de hat ser kar, hinardekirina çek û berevanîyê 35 qat zêde kir û plan dike ku hîn zêdetir bike. Li gorî “Armenprêss”ê, ev yek ji hêla wezîrê parastinê yê Hindistanê Racnat Sîngh, di mîtînga pêşhilbijartinê ya ku li Ahmedabadê hat lidarxistin, ragîhand.

“Sala 2014 a de, me bi nirxê 6 mîlyard rûpî (72 mîlyon dolar) berhemên berevanîyê hinarde kir, lê niha ev hejmar ji 210 mîlyar rûpî (zêdetirî 2,5 mîlyar dolar) derbaz bûye, û ez dikarim bêjim ku dê zêde bibe”,- Sîngh gotîye.

Wezîr her wiha dîyar kir ku hukumeta Modî, ku nûnertîya partîya gel ya Hindistanê dike, hewl dide ku hilberên parastinê li welêt ji hêla hindîyan bixwe ve bên hilberandin.

“Îro em gihîştine zêdetirî 1 trîlyon rûpî (12 mîlyard dolar) di hilberîna berevanîyê de”,-ewî gotîye.

Hindistan berhemên parastinê dide 85 welatan.Nyû Dêlî gelek çekan  raber dike, di nav wan de topxane, sêpêrsonîk BrahMos, fûzeyên firokeyê û avêtinerên Ptnaka, radar, alavên perwerdehîyê, wesayîtên zirxî, balafir tevî helîkoptêr û balafir, keştîyên şer û keştîyên dewrîyeyê, tank, pergalên şerê êlêktronî û çekên din yên xweçêkirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button