H’emû nûçeSereke

Nava hevraxeberdanên ku wê li Almatîyê pêk bên, Astana di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda navçîgar nîne

Qazaxstanê  wextê hevraxeberdanên di navbera wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, yên li Almatîyê çawa naçîgar pêşda neyê.

Li gorî ragîhanditna “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Qazaxstanêye karên der Aybêk Smadîarov gotîye.

“Em têra dibînin hevraxeberadnên wî cûreyî li Almatîyê derbazkin. Niha em tevî hevkarên xweye li Adirbêcanê û Ermenîstanê nava pêwandîyadanin. Hevraxeberdan wê nava alîyada pêk bên”,-wekîlê wezîretê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî gilî ne ku derheqa naçîgarîya Astanayêdane, lê derheqa wê yekêdane wekî ji alîyê Qazaxstanêda gava bi sidqê qence.

Wekîlê wezîretê bîr anîye,wekî wextê seredana xweye li Adirbêcanê û Ermenîstanê, serokê Qazaxstanê Qasim Comert Tokayêv derheqa girîngîya îzbatbûna aşîtîya qewîn û wededirêjda xeberdaye.

Pêşda  berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê elam kiribû, wekî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramov wê li Almatîyê rastî hevdu bên.

Serokê Qazaxstanê Qasim Comert Tokayêv wextê seredana xweye li Ermenîstanê, piştî hevdîtina tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, elam kiribû wekî Astana amadeye bona hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dika anegor bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button