Parlamêntvana Ermenîstanê derheqa pêwîstîya qayîlîya leşkerîye di navbera Ermenîstanê û Îranêda xeberdaye
Parlamêntvana Ermenîstanê, endama komîsîya pirsên parastinê û ewlehkarîyê Anna Grîgoryanê wextê hevpeyvîna tevî ajansa IRNA ê, derheqa pêwîstîya qayîlîya leşkerîye di navbera Ermenîstanê û Îranêda xeberdaye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî wextê hevpeyvînê, parlamêntvanê bi hêvîdarî gotîye wekî potênsîyala pêşkeftina pêwandîyên herdu welata gelekî mezine.Ewê derheqa gelek elametîyên Îranêda, yên derheqa parastina yekîtîya axa Ermenîstanê daye dîyarkirinê.
Grîgoryanê gotîye,wekî nenihêrî elametîyên Îranêye wî cûreyî, niha di navbera herdu welatada tu qayîlîke konkrêt, ya derheqa qayîlîya leşkerîda tuneye.
Parlamêntvanê gotîye,wekî nava pirsa parastina sînorên herêmîda tabîya Îranê wê neyê guhartinê, çimkî ev pirs bona Îranê “xeta sor” e, bi hesabhildana berjewandîyên wêye miletîyê.