H’emû nûçeSereke

Rêxistinên amêrîkî jî ji bo avakirina stansîya atomî ya nû li Ermenîstanê di lêkolînan de cîh digirin: cîgirê wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê

Rêxistinên amêrîkî jî di lêkolînên têknîkî û aborî yên avakirina santsîya atomî li Ermenîstanê de cîh digirin, lê hevkarîya bi Rûsyayê re jî berdewam e.

Bersiva pirsa nûçegîhanê “Armênpress”ê  derbarê hevkarîya ermenîya-amerîkî ya muhtemel di wî warî cîgirê wezîrê îdareya herêmî û binesazîya Ermenîstanê Hakob Vardanyan  gotîye.

Destpêka meha nîsanê de, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  amadebûna xwe ji bo piştgirîya Ermenistanê di pêşxistina ênêrjîya atomî û dabînkirina ewlehîya ênêrjîyê ragihand. Me meraq kir gelo jixwe di wî warî de nîqaş hene û çi çarçoweya wan heye.

Derbarê mijarê de Hakob Vardanyan wiha got: “Li Ermenîstanê di çarçoveya avakirina yekîneya, yekîneyên nû yên  atomî de xebatên têknîkî û aborî tên kirin û rêxistinên amêrîkî jî tê de cîh digirin. Nêzîkatî û ramanên formûlekirî yên li ser mijarê ji wan re hatin vegotin. Em di vê qonaxê de guncav nabînin ku li ser rêgez û çarçoveya hevkarîya muhtemel ya bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re agahdarîya eşkere bikin”.

Sala 2022 a de, li Dûbayê, Rosatom û stansîya Ermenîstanêye atomî ji bo lêkolîna hevkarîya muhtemel li ser avakirina yekîneyên nû yên hêza atomî yên ji hêla Rûsyayê ve li ser axa Ermenîstanê hatine çêkirin, mêmorandûmek lihevkirinê îmze kirin. Û di civîna komîsyona hevkarîya aborî ya Ermenîstanê û Rûsyayê ya navbera hukumeta de ku di kanûna sala borî de li Yêrêvanê hat lidarxistin, peymanek hat îmzekirin ku dema xebatê ya yekîneya duyemîn ya stansîya atomî ya Mêsamorê 10 salan dirêj bike. Gelo Ermenîstan dixwaze bi Rûsyayê re hevkarîyê bidomîne û ev yek dê li hevkarîya bi Amêrîkîyan re nebe asteng?

“Hevkarîya di navbera Komara Ermenîstanê û Fêdêrasyona Rûsyayê de berdewam e û niha di warê ênêrjîyê de di gelek waran de berdewam dike. “Hevkarîya bi tu dewletekê re nayê hesibandin û nabe ku li zirara dewleteke din bê nirxandin”,- alîkarê wezîr gotîye.

Hukumeta Ermenistanê nîyeta xwe ya avakirina stansîya  atomî eşkere kir. Xebatên di wî warî de di kîjan qonaxê de ne, stansîya nû ya  atomî divê çawa be?

“Niha lêkolînên têknolojîk û aborî têne kirin, ku dê bikaribe bê fêmkirin ka kîjan têknolojî û kîjan stansîya êlêktrîkê dê di warê Ermenîstanê de herî bi bandor û ji hêla aborî ve bikêr be.

5 ê nîsanê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wezîrê derve yê amêrîka Êntony Blînkên û seroka komîsyona avropî Ûrsûla fon dêr Layên li Bryûsêlê pêrspektîvên geşepêdana aborî ya Ermenîstanê gotûbêj kirin. Piştî hevdîtinê cîgirê wezîrê derve yê Amêrîkayê bo karûbarên Avropayê û Avrasîyayê Cêyms O Brayên ragihand ku Amêrîka amade ye piştgirîya pêşxistina ênêrjîya etomî û dabînkirina ewlehîya ênêrjîyê li Ermenîstanê bike.

“Em du pêşnîyaran  raber dikin. Lêkolîna ewlehî û karbidestîya stansîya atomî ya xebitandinê pêşînek e. Hevkarîya Ermenîstanê-Amêrîkayê ji bo hevkarîya  atomî ya ênêrjîyê di sêktora atomî de vebijarkan difikire. Berî her tiştî, danûstendinên zanistî hewce ne ku beşê lêkolînê yê atomî lêkolîn bikin. Wê pirsên li ser veguheztina stansîya atomî û, di dawîyê de, nirxandina beşê darayî bê peyda kirin “,-Cêyms  O Brayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button