Em hê endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvin, lê em naxwazin bibin beşeke ji mêxanîzmeke ku nexebite: Ararat Mîrzoyan
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan destnîşan kir ku divê mêxanîzmên rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîv bixebitin, Ermenîstan naxwaze bibe parçeyeke mêxanîzma ku nexebite. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, Mîrzoyan di hevpeyvînekê de li gel Al-Jazeera gotîye.
“Hûn zanin ku di van çend salên borî de çend êrîşên ser axa Komara Ermenîstanê hatine kirin û em endama rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîv in, ku erka wê parastina herêm û sînorên welatên endam e. Ji ber vê yekê dema ku ew destdirêjî çêbûn, me ji rêxistina ku em tê de ne tevdîrek rast nedît. Û divê ji bîr neke ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hevalbendîyeke leşkerî-sîyasî ye, ku wek min got, mebesta wê parastina sînorên welatên endam e. Nebûna bersivek rast di civaka Ermenîstanê de pirs derxist holê, û em naxwazin bibin beşeke ji mêxanîzma nefûnksîonal. Em him jî endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvin, lê divê em bixebitin ku hemû mêxanîzmên ku hatine dîyarkirin bixebitin û pêwîstî pê heye”.