H’emû nûçeSereke

Kiryarên rayedarên Ermenîstanê ji bo aştîyeke bi îstiqrar li herêmê ne: serokkomarê  Ermenîstanê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan amaje bi proseya xêzkirina sînorên navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê li herêma Tavûşê kir û destnîşan kir ku kiryarên hukumeta Ermenîstanê ji bo niha, paşerojê û aştîya domdar ya li herêmê ne.

 “Pêvajoyên ku li Tavûşê di navbera gundên Voskêparê, Baganîsê, Kîransê û Bêrkabêrê de diqewimin ji bo cara ewil eşkerekirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê ye. Di dawîyê de, divê em vê yekê bizanibin ku eger dewletek hebe, divê dewlet jî xwedî sînor be, û paşeroja wê dewletê dê bi wê yekê ve girêdayî be ku sînorên bi cînarên wê re çiqas baş bên serrastkirin. Nexwe her tim metirsî heye, divê ew xeterî bê bêbandorkirin. Ne hewce ye ku meriv li bendê bimîne û wê xeterê bêbandor bike dema ku bi rastî jî heye, lê dema ku tune be, di rewşek pasîv de ye”.

Xaçatûryan anî ziman ku di gelek rewşan de hukumet nikare detayên pêvajoya mûzakereyê ji şênîyên gundên li ser herêma sînordarkirinê re eşkere bike, ji ber ku ev yek dibe asteng çareserîya dawî.

“Lê ez piştrast dikim û bawer dikim ku em ji bûyerên diqewimin bêtir eleqedar in û berpirsîyar in. Ji bo me ya herî girîng jî ew e ku em ewlekarîya gelên ku li wan gundan dijîn biparêzin”,- serokkomar Xaçatûryan daye kifþê.

Ewî got ku ew wek hemwelatîyekî Komara Ermenîstanê, ew çalakîya hukömetê wêrekîyê dihesibîne.

 “Mixabin di dema borî de me pirsgirêk ji pêşerojê re hiştin û heta çend caran bi eşkereyî jî me ev yek ragîhand. Di mijara çaresernekirina pirsgirêka Qerebaxê de tezeke wisa tê zanîn hebû. Em dikarin 100 salên din jî wisa bijîn. Me dît ku 100 sal ne mimkûn e ku em wisa bijîn, ji ber ku dem û rewş diguhere, îro çi dibe bila bibe em sibê nikarin bikin. Pêwîst e ku mirov bikaribe di wextê xwe de xetereyan ji holê rake. Niha dem hatîye û emê di wî warî de bimeşin”.

Vahagin Xaçatûryan ji hemwelatiîên Ermenîstanê xwest ku bawerîya xwe bi kiryarên hökömetê bînin û teslîmî wan provokasyonan nebin, ku di gelek rewşan de armanca wan lîstina bi hestên xwe ye û rastîyan tê de nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button