H’emû nûçeSereke

Pirrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê li dijî tu welatekî nayê kirin: serokkomarê Ermenîstanê

Serokkomarê  Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, bal kişand ser tirsên hin welatên cînaran yên li ser pirrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê, ev tirsa ku tê fêmkirin dît, li gor wî divê ew tirs bi gavên guncaw ji holê rabin.

Vahagin Xaçatûryan di axaftina xwe ya li gel kanala “Şant”ê û “Armênprêss” ê tekez kir ku kiryarên Ermenîstanê yên ji bo cûre-cûrkirina peywendîyan li dijî tu kesî û cînaran nayê kirin.

 “Berî her tiştî armanca wan zêdekirina hêza ewlekarî û aborî ya welatê me ye. Heman xema ku em çek û cebilxaneyên berevanîyê ji welatên din dikirin, kes nikare pêşîya me bigire, da ku em zêdetir bibin berevan. Me dît dema ku em nebin wan derfetan çi dibe. Niha em bi wê re mijûl in û li dijî tu welatekî nayê kirin”,- serokkomarê Ermenîstanê gotîye.

Li gorî Xaçatûryan, divê welatên cînaran gavên Ermenîstanê zêdetir binirxînin, di nav de gavên ber bi Rojava ve tên kirin, ji ber ku dikarin ji derfetên Ermenîstanê sûd werbigirin.

 “Pêşnîyara me jî di wan mijaran de bû. Em endamê yekîtîya aborî ya Avrasîyayê ne û têkilîyên me yên taybet bi Yekîtîya Avropayê re hene, ji kerema xwe ji derfetên me sûd werbigirin”. Ev derfeta ku her çend di gelek rewşan de dibe sedema pirsgirêkan jî, lê rayedarên Ermenîstanê amade ne ku derfetên welat ji bo cînaran bikar bînin.

Vahagin Xaçatûryan bi kurtasî wiha got: “Em baş fêm dikin ku cînar, hevaltîya pê re tê çi wateyê û bi van gavan em ê tu carî pirsgirêkan dernexin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button