H’emû nûçeSîyasî
Tabûra wezîreta parastinêye bijîjkî li Macaristanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya pirneteweyî “Şervanê wêrek-2024” dibe
Ji 30 ê nîsana sala 2024 a, tabûra bijîjkî (nexweşxaneya meydanî ya gerok) ya beşa piştgirîya tenduristî ya leşkerî ya wezîreta parastinê ya Ermenîstanê, ji bo ku beşdar bibe li qada perwerdehîya leşkerî ya Komara Macaristanêye Varpalûtayê hatîye şandin. Tetbîqata leşkerî ya pirneteweyî “Şervanê wêrek-2024″” ji hêla navenda tenduristîya bijîşkî ya leşkerî ya NATO ê ve hatîye organîzekirin.
Bi ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta parastinê elam dikin.
Yekîneyên bijîşkî yên leşkerî yên hêzên çekdar ji 32 welatan û 7 rêxistinên sîvîl beşdarî çalakîya bijîjkî ya leşkerî ya navneteweyî dibin.
Çalakî wê heta 10 ê gulanê bidome.