H’emû nûçeSereke

Têkilîyên bi Rûsyayê re pirs û pirsgirêk hene ku em li ser wan dîyalogê dikin: Mîrzoyan

Di çarçoveya peywendîyên  Ermenîstanê û Rûsyayê de, hinek pirsgirêk û mijar hene ku alîyan li ser wan dîyalogê dikin. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna li gel Al-Jazeera  ê gotîye.

 “Di çarçoveya têkilîyên Ermenistanê û Rûsyayê de hinek pirs û pirsgirêk hene û li ser wan mijaran dîyaloga me heye. Di nav wan de mijarên ku ji hev têgihîştineke tam hewce dikin hene, lê ez bawer dikim ku mijarên wiha di hemû têkilîyan de hene. Di mijara pêkanîna rêformên dêmokratîk û dabînkirina îstiqrarê li ser sînorê Ermenîstan-Adirbaycanê, em têkilîyên xwe bi hevkarên din re, di nav de Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîra, kûrtir dikin. Ew hevkarên me yên sereke ne di dabînkirina rêformên dêmokratîk û cihêrengkirina aborîyê. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der destnîşan kir ku ev saleke duwemîn e ku hebûna mîsyona çavdêrîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê yek ji faktorên bingehîn yên vê rewşê ye”,-wezîr daye  kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button