H’emû nûçeSereke

Vahagin  Xaçatûryan amaje bi gavên hukumetê yên ji bo pirrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê kir

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan amaje bi polîtîkaya cîhêrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê kir, ku hukumeta Ermenîstanê li ser wê dixebite. Serok di vî warî de bi taybetî giringîyê dide peywendîyên digel welatên erebî û welatên cînarên Ermenîstanê.

Vahagin Xaçatûryan di axaftina xwe ya bi “Armênpress” ê û “Şant TV”ê re behsa mijarê kir.

Bi giştî ji alîyê me ve xeletîyek bû ku me nikaribû pirsgirêkên xwe yên sîyaseta der dîyar bikin, û niha em dikevin qonaxekê ku divê em bêtir bala xwe bidin, nemaze li başûr û başûrê rojhilatê, ji bo sûdwergirtina ji îmkanên welatên ku raberî me dikin ew pir nêzîkin, tenê firîneke du sehetan, herî zêde 1000-2000 kîlomêtrê ye. Û derfetek ji bo veberhênanên cidî li wir heye, çi hemû welatên erebî û çi welatên cînarên me bin. Divê em li wir  xebatê berdewam bikin”,- serok got û bal kişand ser wê yekê ku Ermenîstanê  bidine nasîn.

Di wê çarçoveyê de Xaçatûryan tekezî li ser giringîya hevkarîyê di warê têknolojîyên zanyarîyan de û pêkanîna potênsîyala Ermenîstanê li welatên erebî kir.

Li gorî wî, bi taybetî li Îraqê daxwazeke wan ya mezin heye ku bi Ermenîstanê re di warên  pîşesazîya giran û sivik de hevkarîyê bikin.

Serok amaje bi wê yekê jî kir, ku niha Îraq mijûlî çareserkirina kêşeyên ewlekarîyêye û piştî wê yekê jî, dema ew welat balkêştir bibe, nabe hukumeta Ermenîstanê  hevkarîyê paş bixe.

 “Em cînarên xwe jî ji bîr nekin. Em heman arasteya Tirkîyayê ji bîr nekin, ji ber ku zû yan dereng wê sînor vebe û divê em jê re amade bin”,- serokkomarê Ermenîstanê gotîye, divê meriv bi tirsa vekirina sînorê bi Tirkîyayê ra neyê jîyîn, lê pêdivî ye ku bêtir aktîv be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button