H’emû nûçeSereke

Baylozê Yekîtîya Avropayê, yê li Bekûyê derheqa qedexekirina alîkarîya bo  Ermenîstanê, ya ji alîyê Macaristanêda xeberdaye

Serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, yê li Adirbêcanê Pyotr Mîxalko ew yek şirove kirîye, ku çawa piştgirîya 10 mîlyon yûro, ya ji alîyê Avropayêda, ya bona Ermenîstanê rûyê Bekûyêda ji alîyê Macaristanêda hatîye blokkirinê.Çapemenîya Adirbêcanê daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê pêwandîyên xwe tevî welatîyên Kafkasîya Başûr bi aktîvî dide pêşxistinê û komîsîya Avropayê piştgirîya fînansî dide hevkarên herêma Kafkasîya Başûr.

“Bernama bîznêsê û învêstîsîya bona welatên herêmê hatîye raberkirinê. Pirsên sereke nava hevkarîya cêrge govekada hene. Çawa tevî Adirbêcanê, usa jî tevî welatên mayîn em hevkarîyê dikin. Em dixwezin ku li Kafkasîya Başûr  aşîtî û pêşkeftin hebe”,- Mîxalko gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê, hema xût ya êkonomîkî bûye.

Mîxalko usa jî gotîye,wekî Yekîtîya Avropayê berdewama pêvajoya aşîtîya di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda qîmet dike û şaye ku nava pirsa dîyarkirina sînorada pêşkeftinê bibîne.

Em serda zêdekin,wektî kanîyên dîplomatî elam kiribûn wekî Macaristan projeya piştgirîya bo Ermenîstanê dide blokkirinê. Li gorî wê kanîyê, Macaristan dewê dike ku Adirbêcan jî beşdarî wê bernamê bibe.

Nîveka meha nîsanê hatibû ragîhandinê,wekî li Bryûsêlê qayîlî hatîye destanînê, ku ji fonda Yekîtîya Avropayê, ya aşîtîyê alîkarîya 10 mîlyon yûro bidine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button