Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê hemû piştgirîyên leşkerî û ewlehkarîyê, yên bona Adirbêcanê bidine sekinandinê: kongrêsmên

66 endamên Kongrêsa amêrîkî bangî komîsîyayê kirine ku 200 mîlyon dolar bona penaberên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî başqekin, alîkarîya leşkerî bona Ermenîstanê bidine zêdekirinê, hemû piştgirîyên leşkerî û ewlehkarîyê, yên bona Adirbêcanê bidine sekirnandinê û pirsa xirabkarên şêr, yên ji alîyê Adirbêcanê bidine lêkolînkirinê.
Kongrêsmêna usa jî bang kirine ku 20 mîlyon dolarî çawa piştgirîya leşkerî bidine Ermenîstanê, 10 mîlyon dolar bona perwerdekirina leşkeraye li welatên mayîn, usa jî 10 mîlyon dolar bona werguhastinên hiqûqî û 10 mîlyon dolar jî bona werguhastinên dêmokratîk bidin.
Xudanên namê girêdayî wê yekêra jî xemgînî elam kirine wekî armanca rêjîma Elîyêv ewe ku şerekî nû dijî Ermenîstanê destpêke. Hatîye gotinê,wekî Elîyêv bi kirinên xweye komkuj, gelek cara daye dîyarkirinê,wekî nava îzbatbûna aşîtîya li herêmê, ew lîstikçîyê heq nîne û Amêrîka gerekê nava goveka ewlehkarîyêda piştgirîyê nede rêjîma Elîyêv.
Kongrêsmênê amêrîkî serokatîya welêt û organîzeyên navneteweyî şermezar kirine, wekî hukumata Adirbêcanê bona teribandina mafên mêriv naynin ber cabdarîyê.







