H’emû nûçeSereke

Komîsîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya azaya dînî bangî hukumatê kirîye ku bona parastina îdarên çandîye li Qerebaxê fînansa başqekin

Komîsîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya azaya dînî raporta sala 2024 a belav kirîye, kîjanêda bang kirîye ku bona parastina îdarên çandîye li Qerebaxê fînansa başqekin.

Raportêda usa jî hatîye dîyarkirinê, ku gerekê Adirbêcanê bikine nava navnîşa wan welata “kîjan xemgînîyê pêşda tînin”, li kîderê teribandinên azaya dînî diqewimin.

Nava raporta komîsîyayêda hatîye dîyarkirinê,wekî sala 2023 a hukumata Adirbêcanêda bona cîhên Qerebaxê û dor-berên wane dînî, qezîyayê pêşda tîne.

Usa jî derheqa tabîya serokê komîtêya dewletê, ya tevî dînên cuda-cuda Mûbarîs Qurbanlî hatîye bîranînê. Ewî bangî qulixçîyên dêra ermenî kiribû, ku ji dêra Dadîvankê derkevin û herin û gotîye wekî giva pêwandîya wane tevî wî avayê dînî tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button