Li Adirbêcanê 96,2 selef “Zangêzûrê, Îravanê û Gyoyçayê” wek axa Adirbêcanê ya dîrokî dihesibînin: fonda “Tatoyan”

Navenda lêkolînên civakî ya di bin serokatîya Adirbêcanê de sala 2024 a 18 ê adarê de, wî lêkolînên ku behsa Ermenîstanê dikin (di anketan de, niştecîhên me di bin navên derewîn yên azêrî de ne) weşandin.
96,2 smelef “Zangezûrê, Îravanê û Gyoyçayê” wek axa dîrokî ya Adirbêcanê dihesibînin. Di vê derbarê de News.am ê ji fonda “Tatoyan” agahdar dibe.
Di peyamê de jî wiha tê gotin: “ 58,1 selef bawer dike ku divê di nav 5 salên pêş de vegere “Adirbêcana Rojava”, û ji 19,9 selef, di nav 5-10 salan de.
Ji 76,9 selef vegerandina “Adirbêcana Rojava” ji nêzîk ve bi vekirina korîdora Zengîzûrê ve girêdayî ye.
61 selefî dîyar kirin ku mifteya serkeftina vegera li “Adirbêcana Rojava” vegerandina bîra dîrokî ye, 32,4 selefî jî dîyar kirine ku pêşvebirina nirxên olî û çandî û 18,4 selef propagandaya mêdyayê.
57,9 selef herî zêde dixwazin herin “herêma Gyoyçayê” (ango Sêvanê), 37,5 selef gola “Gyûçayê”, 43,9 selef “herêma Zangezûrê”, 40,6 selef ji bo dîtina bîrdarîyên olî. 29,6 selef “Îravan” (ango Yêrêvan), 28,3 selef Mizgefta şîn.
Ji 57,5 selefî dîyar kirin ku mîrateya dîrokî û çandî ya “Adirbêcana Rojava” (yanî axa Ermenîstanê) di mizgeftan de, 24,2 selef li perestgehên afganan, 30,0 selef li cîhên pîroz yên.
Di van anketan de rêgezên sîyaseta dewleta Adirbêcanê dîyar dikin û ev jî bi rastî helwesta dewleta Adirbêcanê ye. Wek her carê li ser navê raya giştî sîyaseta êrîşkar ya li hember Ermenîstanê rewa dikin. Ev hemû jî beşek ji sîyaseta desthilatdarên Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê ne.
Lê di vir de ya girîng ew e ku hukumeta Adirbêcanê ji bo meşrûkirina kiryarên xwe rastîyên dîrokî yên ku tunene îcad dike û hukumeta Ermenîstanê rastîyên me yên dîrokî yên rastîn yên ku bi taybetî di berjewendîya me de ne, bi şert û mercên nûjen re berovajî dike.







