H’emû nûçeSereke

Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên  Magnîskîye global” li dijî  40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê  erza fermî raber kir

“Navenda yasayî ya ermenî ya “Ji bo dad û mafên mirovan” ku di sîstêma Data ermenî kar dike, ji bo sepandina “Cezayên  Magnîskîye global ” li dijî  40 î zêdetir berpirsên payebilind yên Adirbêcanê, erze raberî wezîreta derve û wezîreta  fînansa kir.

Wek ku “Armênprêss” ê ji daxuyanîya çapemenîyê ya ofîsa navendî ya  Data ermenî pê dihese, di encama xebata hevpar ya bi “Navenda yasaya navneteweyî û berawirdî” re ku li Yêrêvanê kar dike û her wiha bi beşdarîya hejmareke ji rêxistinên navneteweyî, di nav de înstîtûta Lêmkîn ji bo pêşîlêgirtina gênosîdê.

Di peyamê de hatîye gotin: “Ev erzane bersiveke raste-rast e ji sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan yên di dema şerê kantonê de, ku dawîya wan paqijkirina etnîkî ya li ser axa  Ermenîstanê û koçberkirina bi destê zorê ya gelên xwecihî bû”.

Serokê navenda hiqûqê ya Ermenîstanê Kên Xaçîkyan di derbarê raberkirina van dozan de jî wiha got:

 “Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan bi edaletê ve girêdayî ye. Di çarçoveya “Qanûna Magnîskî ya global” de bi destpêkirina cezayên li dijî karbidestên Adirbêcanê, em armanc dikin ku sûcdaran ji kiryarên  wan berpirsyar bin û bicîhanîna edaletê misoger bikin”.

Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê bang li hukumeta Amêrîkayê dike ku li hember kesên ku ji binpêkirinên giran yên mafên mirovan, di nav de sûcên şer û sûcên li dijî mirovahîyê, tedbîrên bi biryar bigire. Navendê tekez kir ku hovîtîya ku li dijî ermenîyên Qerebaxê, Ermenîstanê û hemû ermenîyan tê kirin, ji bo ku dadwerî bê mîsogerkirin û pêşî li kiryarên hovane bê girtin, pêwîstî bi bersiveke bilez û tund heye.

Bi berçavgirtina cewhera tevlihev ya prosedûrên ji bo sepandina “Cezayên global ya Magnîskî” ku ji hêla qanûnên Amêrîkayê ve hatîye peyda kirin û pêdivî ye ku pêvajoyên qanûnî û sîyasî yên guncaw mîsoger bikin, di mehên borî de komîtêya ermenîya-amêrîkîya çalakî bi armanca mîsogerkirina zexta kongreyê pêk anîne. Li ser wezîreta der ya Amêrîkayê, ku bi tevlîbûna civaka ermenî ya amêrîkî di van xebatan de û xebata civatî ya bi kongrêsmanan re hatîye kirin.

Encama yekem ya wê xebatê heftîya borî hat zanîn, dema ku komeke dupartî ku ji 20 parlamenteran pêk tê, bi serokatîya Dîna Tîtûsê û Gûs Bîlîrakîs, proje biryarnameyek li civata nûneran raber kir ji bo sepandina cezayên armanckirî li dijî heman berpirsên Adirbêcanê.

Pêşnûmeya projeyê dê ji rêveberîya Baydên hewce bike ku pêdaçûneke berfireh li ser têkilîyên bi Adirbêcanê re bike û di nav 180 rojan de piştî pejirandina pêşnûmeyê, dîyar bike ka gelo rayedarên Adirbêcanê yên ku di pêşnûmeqanûnê de hatine navnîş kirin li gorî qanûnên Amêrîkayê yên heyî, di nav de qanûna “Cezayên global ya Magnîskî”, pîvanên cezayan pêk tînin yan na.

Ji 40 î zêdetir navnîşa karbidestên Adirbêcanê ku di pêşnûmeyê de hatine destnîşan kirin, ji hêla navenda yasayî ya Ermenîstanê ve bi hevkarîya hevkarên xwe yên navenda hiqûqa navnetewî û berawîrdî ya Adirbêcanê hatine berhev kirin, ku beşdarîya wan kesan di binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî de kontrol kirîye.

Navenda hiqûqê ya ermenîyan ya ku navenda wê li Waşîngtonê ye, rêxistineke neqazanc û nehukumî ye ku peywira wê ew e ku edaletê ji binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji qirkirina ermenîyan û encamên wê derketine, û pêşxistina ewlehîya dewleta ermenîyan e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button