H’emû nûçeSereke

Qazaxistan amadeye dika hevraxeberdana bide Moskvayê û Kîêvê, çawa dide Yêrêvanê û Bekûyê: baylozê Qazaxistanêyî li Rûsîyayê

Qazaxistan amadeye bona gotûbêjkirina helkirina dew û doza li Ûkraînayê qewila sazke û bona dîyalogê dika anegor bide. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî ajansa TASS ê, baylozê Qazaxistanêyî li Rûsîyayê Daûrên Abayêv gotîye.

“Bêguman, Qazaxistan her dem amadeye piştgirîyê bide hemû pêvajoya, yên ku aşîtîyêva girêdayîne. Ew yek ne tenê derheqa Rûsîyayê û Ûkraînayê, lê usa jî derheqa Ermenîstanê û Adirbêcanê, pirsgirêka Sûrîyayê, pirsgirêka Îranêdane”,- dîplomat gotîye û bersiva wê pirsê daye, ku gelo Qazaxistan amadeye nava pirsa Ûkraînayêda bibe navçîgar.

Abayêv daye dîyarkirinê,wekî bona helkirina pirsgirêka Ûkraînayê gelek înîsîyatîva hene.

“Bêguman,nava van pêvajoyada gerekê her dem fikira Rûsîyayê hesab hildin.Em amadene ne ku çawa navçîgar pêşda bên, lê qewila sazkin bona hevraxeberdana”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button