Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
2 ê gulanê, civîna 57 emîne salane ya banka pêşkeftina Asyayê li Tbîlîsa paytexta Gurcistanê dest pê kir.
Civînê heta 5 ê gulanê berdewam kir, mijara wê “Pira berbi pêşerojê” ve bû û armanc ew bû ku mijar û pirsgirêkên sereke yên ji bo pêşveçûyîna herêma Asyayê û Okêana Edile bû.
Di civîna salane de wezîrên darayî, rêvebirên banka navendî, berpirsên payebilind yên hukumetê û nûnerên din yên 68 welatên endamên banka pêşketinê ya Asyayê beşdar bûn.
Di civîna salane ya banka pêşketinê ya Asyayê wezîrê darayî yê Ermenîstanê Vahê Hovhannîsyan û alîkarê wezîr Êdûard Hakobyan jî beşdar bûn.
Di vê serdanê de şanda Ermenîstanê bi berpirsên payebilind yên banka pêşketinê ya Asyayê û şandeyên sazîyên darayî û welatên hevkar re civyabûn.
3 ê gulanê dêlêgasîya bi serokatîya wezîr bi serokê banka pêşketinê ya Asyayê Masasûgû Asakava re hevdîtin kir. Alîyan li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenîstanê re axivîn û li ser bernameyên pêrspêktîva hevpar yên pêşerojê jî sekinîn.