H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi seredana fermî here Macaristanê

Wezîrê Ermenîsîanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê îro bi seredana fermî li Macaristanêbe.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî li gorî elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtinên Mîrzoyanê wezîr wê tevî nevsên Macaristanêye derecebilind pêk bên, nava wanda tevî wezîrê Macaristanêyî karên der Pêtêr Sîyartoy. Piştî hevdîtina wezîra wê prêss-konfêransa tevayî pêk bê.

Di navbera Ermenîstanê û Macaristanêda pêwandîyên dîplomatî ji 26 ê sibata sala 1992 a da îzbat bûne.

Sala 2012 a, 31 ê tebaxê, bi qirara şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê pêwandîyên dîplomatî di navbera Ermenîstanê û Macaristanêda hatine betalkirinê.

1 ê kanûna sala 2022 a, nava çarçoveya hemcivîna wezîrada, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Macaristanêye karên der pêk hatîye,wextê kîjanê pevketin hatîye destanînê ku pêwandîyên dîplomatî bidine dasekinandinê.

15 ê gulana sala 2023 a, bayloza Macaristanêye li Ermenîstanê  /cîhê rûniştandina wê li Tibîlîsîye/, nasnamên xwe teslîmî Vahagin Xaçatûryanê serok kirîye.

13 ê hezîrana sala 2023 a, baylozê Ermenîstanêyî li Macaristanê Aşot Smbatyan nasnamên xwe teslîmî seroka Macaristanê Katalîn Novakê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button