H’emû nûçeSereke

Birêvebirin, kêmkirin û pûçkirina dijminatîya Tirkîyayê û Adirbêcanê: serokwezîr nêrîna xwe  raber kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan nêrîna xwe ya derbarê têkilîyên Ermenîstanê bi dewletên herêmê re raber kir. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, di civîna çapemenîyê ya ku îro  7 ê gulanê hatîye lidarxistin, serokwezîr dîyar kir ku Ermenîstan hewce dike ku cînartîya xwe bi Gurcistanê û Îranê re xûrtir û geş bike û ji bo birêvebirin, kêmkirin û ji holê rakirina dijminatîya Tirkyayê û Adirbêcanê, întêgrekirina rêyên veguhestinê yên herêmî, ji bo kûrkirin û pêşxistina têkilîyên aborî ava bike.

Serokwezîr dîyar kir ku wateya gotina “rêveberîya dijminatîyê” çi ye.

“Rêvebirina dijminatiyê tê wê wateyê ku yekem ew e ku ev dijminatî li herêma me nebin xwedî dîyardeyên bê kontrol û ya duyemîn jî, anîna wê bo qonaxa kêmkirinê û di warê stratêjîya demdirêj de, bi rê ve birin sifirkirinê “,- serokwezîr gotîye.

Di wê çarçoveyê de, serokwezîr girîngîyeke taybet dide projeya “Xaçerêya aştîyê” ji ber ku li gorî serokwezîr kêmkirin û ji holê rakirina rêveberîya dijminatîyê dema ku peywendîyên aborî vekirî bin û ev têkilî ji bo mebestên bazirganî bê bikar anîn, mûmkûn e û li gel berjewendîya aborî, bi destxistina sîyasî ya demdirêj dikare vê pirsê jî wek pirsgirêkek pêkan bihesibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button