H’emû nûçeSereke

Dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê xwe daye Adirbêcanê: parlamêntvanê miclîsa neteweyî

Li Ermenîstanê xeterî bi giranî bi serê xwe têne raberkirin: wana ev xwenîşandan ji bo wêrankirina Ermenîstanê kirin, lê Ermenîstan wêran nebe, hêza wan jî nebe. Parlamêntarê ji fraksîya  “Peymana sîvîl” ya meclîsa neteweyî Gagîk Mêlkonyan di axaftina xwe ya bi News.am ê re daye kifşê.

 “Ji bo Bagrat Srbazan hilbijartineke pir zor û zehmet bû, bila nasnavên din ji xelkê negire. Mesela, nebêjin xayîn e, wê etîketê lê nexin. Welat ber bi wêrankirinê ve, ber bi rûsbûnê ve dibin.

Ka em binêrin Rojava bi sedsalan çi raberî me kirîye û çi raberî Rûsyayê kirîye. Dema em di bin nîrê Rûsyayê de bûn çend herêmên me hebûn, me çend herêm winda kirin? Binêrin berîya Lênîn çend herêm dîyarî Tirkîyayê kirin. Lênîn hat nîvê Ermenîstanê da Tirkîyayê. Niha  sala 2020 î de şer dest pê kir, me Arsax winda kir.

Hevalbenda me Rûsîya bû. Dema Îranê Îsrayêl bombebaran kir, hevalbendên Îsrayêlê, Amêrîkayê û Brîtanîyayê, nehiştin yek guleyek jî bi ser axa Îsrayêlê de bikeve. Ew hevalbendeke rastîn e. Û rûs  Arsax da, niha jî Zangêzûrê dixwaze, hemû Ermenîstanê dixwaze. Hevalbendeke me tunebû, hevalbendeke me hebû ku berjewendîyên dijminên me diparast. Û ji sala 2020 î ve, ewê vêktora xwe guhert berbi Adirbêcanê. Niha dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê vêktora xwe guhertîye. Rûsya bi Adirbêcanê re tifaqeke leşkerî heye, bi 5-6 mîlyard dolaran çek firotîye”.

Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” li ser çavdêrîya ku bi Rûsyayê re ne pêkan e aborîyê pêş bixin, lê ji alîyê sîyasî ve bê ragihandin ku em ber bi Rojava ve diçin,  ewî mînaka Adirbêcanê da, ku hevalbendê Rûsîyayê ye, lê di heman demê de dostanîyê dike, bi her kesî re, bazirganîyê dike. “Adirbêcan dikare, ma em nikarin? Em jî dixwazin bi Rûsîyayê re, bi Qazaxistanê re, bi Ûkraynayê û bi Avropayê re jî dostanîyê bikin. Em ji bo ewlekarîya welatê xwe, ji bo ewlekarîya gelê xwe, ji bo xurtkirina artêşa xwe her tiştî dikin. Ji bo ku em pişta xwe bi tu dewletan negirin, paşê jî bêjin Rûsyayê “em avîtin”. Bila artêşa me hebe ku em nekevin ser Rûsîya, Amêrîkayê, Îranê. Pêdivîya me bi çekên modêrn hebe, divê em ji kesên ku wan difiroşin bikirin. Bila eskerên tu kesî nekevin axa Ermenîstanê, em dikarin bi eskerên xwe welatê xwe biparêzin, lê pêdivîya me bi çekên modêrn hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button