Em amade dibin dîyaloga bona azadkirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda destpêkin: wezîrê Macaristanêyî karên der
Li Yekîtîya Avropayê amade dibin ku rojeva tevî Ermenîstanê amade bikin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Macaristanêyî karên der Pêtêr Sîyarto wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên Ararat Mîrzoyan li Bûdapêştê, gotîye.
“Berî serokatîya meye nava Yekîtîya Avropayêda me karibûye gava bona pêşxistina tevgirêdanên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda biavêjin. Em amade dibin ku rojeva hevkarîya di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêda amade bikin.Xêncî wê yekê em amade dibin dîyaloga bona azakirina vîzayên di navbera herdu alîyada destpêkin”,- wezîr gotîye.
Sîyarto bi hêvîdarî gotîye,wekî ev herdu pêvajo wê bi açixî û kardardarî ser hevda bên.
Ji 1 ê tîrmeha sala 2024 a da, serokatîya Yekîtîya Avropayê wê bikeve ser alîyê Macaristanê.