H’emû nûçeSereke

Em ê hemû rojeva têkilîyên dualî û yên piralî gotûbêj bikin: Paşînyan derbarê hevdîtina bi Pûtîn re

Ez  8 ê gulana sala  2018  a de wek serokwezîr hatim hilbijartin, lê ez  7 ê gulanê  civîna çapemenîyê li dar dixim û sedemek jî ew e ku sibê ezê herim Moskvayê ji bo serokatîya civîna konseya bilind ya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkîyê bikim û herwiha bi serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê re hevdîtineke dualî pêk bînim. Derheqa wê yekêda, serokwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê de gotîye.

“Rojeva Rûsîyayê gelek cihêreng e û hûn jî zanin ku di vê demê de gelek mijarên kombûyî hene, hin ji van mijaran hatine rojevê û me tu carî ne di wê bawerîyê de ye ku ev mijar ji bo ku bên rojevê. Em di wê bawerîyê de bûn ku ev mijar bi mebesta derxistina nûansên neyînî ji çarçoveya peywendîyên dostane yên Ermenîstan û Rûsyayê têne kirin. Hilbet emê hemû rojeva têkilîyên xwe yên dualî û yên piralî gotûbêj bikin û belkî jî ev hemû be. Ya mayî jî belkî dê li gorî encamên civînê be yan jî piştî civînê, dema ku derfet hebe ku em li ser biaxivin, ez ê bi berfirehî biaxivim”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button