H’emû nûçeSereke

Ermenîstan difikire ku ênêrjîya dikare nûjen bide welatên endamên Yekîtîya  Avropayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên  der Ararat Mîrzoyan di civîna çapemenîyê ya hevpar ya bi hevtayê xwe yê Macaristanê re, amaje bi înîsîyatîva “Xaçerêya aştîyê” kir û dîyar kir ku Ermenîstan girîngîya bernameyên aborî yên navneteweyî fêm dike û hêvî dike ku bibe beşeke ji van bernameyan.

“Bê guman hevkarîya aborî di têkilîyên me û têkilîyên navneteweyî de bi giştî jî pir girîng e, û ez dixwazim careke din we agahdar bikim û bi raya giştî re li ser daxwaza Ermenîstanê ya ji bo fêmkirina girîngîya bernameyên aborî û ez dixwazim li ser înîsîyatîva ermenî ya “Xaçerêya aştîyê” jî biaxivim”. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Mîrzoyan amaje bi projeya “Xaçerêya aştîyê” kir û dîyar kir ku ew plan dikin ku li Başûrê Kafkasîyayê ne tenê navendên veguhestinê, girêdan, binesazîyên veguheztinê hemû rêwîyan bê blokkirin, ev jî dê îmkanê bide veguhestina rêwîyan, kelûpel û xizmetgûzarîyan ji Rojhilatê ber bi Rojava ve, di nav axa Komara Ermenîstanê ra.

 “Di heman çarçoveyê de em mijara ênêrjîya dikare bê nûkirin ji alîyê Ermenîstanê ve ji welatên Yekîtîya Avropayê re peyda bikin jî dinirxînin, di vî warî de destpêşxerî, programên taybet hene, ku hîn li ser gotûbêjê ne yan jî dê di nêzîk de bêne cîbicîkirin. Helbet Ermenîstan dixwaze bibe beşek ji van hemû înîsîyatîvan”,- Mîrzoyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button