H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Macaristan pevketine ku baylozxana bidine vekirinê

Ermenîstan û Macaristan pevketine ku baylozxana bidine vekirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Macaristanêyî karên der wextê prêss-konêfêranêsa tevayî, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, gotîye.

Ewî gotîye,wekî piştî dasekinandina pêwandîyên dîplomatî, yên tevî Ermenîstanê, nava sal nîvekêda gavên kifş hatine ber çeva, yên ku bona pêşkeftina êkonomîka herdu welata hatine avîtinê. Ermenîstanê û Macaristanê bernama hevkarîya êkonomîkî îmze kirine.Li ser bingeha wê  yekê, koma xebatê wê bê sazkirinê, ya ku wê pêwandîyên êkonomîkî bide berfirehkirinê û lezêxistinê.

Wezîrê Macaristanê daye dîyarkirinê,wekî bi saya pêwandîyên êkonomîkî ew bawarin wekî îdî wedeye li herdu welata baylozxane bêne vekirinê.

Sala îsalinda, meha tîrmehêda, di navbera herdu welatada wê firînên teyara destpêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button