H’emû nûçeSereke
Li Moskvayê Paşînyanê serokatîya civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bike: Ûşakov
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, yê ku niha serokatîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dike, wê li Moskvayê serokatîya civîna organîzeyê bike, ya ku wê 8 ê gulanêk pêk bê. Derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov gotîye rojnamevana.
“Civîn pêşkêşî dehsalîya îmzekirina peymana derheqa Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî kirine”,- Ûşakov bîr anîye û serda zêde kirîye, wekî serokên welatên organîzeyê birîyar kirine ku civînê li Moskvayê derbazkin.
Alîkarê serokê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî civînê ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanda bê derbazkirinê. Yêrêvan îsal serokatîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dike.